Hilkişîna lûtkeya Agiriyê ji gelek kes û çiyageran re evîneke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Çiyayê Agirî ku wek Ararat jî tê binavkirin, ji destpêka havînê heta mehên payîzê dibe cihê hilkişîna çiyagerên çar aliyên cîhanê. Grûpeke mezin ya çiyagerî ku piraniya wan ji welatiyên Ewropa pêk dihat xwe gihandin lûtkeya Araratê ku 5137 metre ji rûyê deryayê bilind e û ji wê derê temaşeyê hilatina rojê kirin. Çiyager dibêjin, lûtkeya Araratê bo wan ezmûneke bihempa bû û demeke xweş derbas kirine.

Hilkişîna lûtkeya Araratê bo gelek kes û çiyageran evîneke mezin e. Li bilindahiya 3200 metir bo hêsankirina hilkişinê kamp hatiye ava kirin. Naverasta havînê bo dîtin û gihiştina bilindtirîn xala çiyayê guncaytir e û ji ber vê sedan çiyagerên ji derve û navxwe çanteyên xwe dane pişta xwe û ber bi lûtkeye bi rê ketine.

Rêberê çiyageran Mistefa Arsin: “Zivistanan rewşa hewayê dijwar e. bi meha Hezîranê re hilkişîn destpê dike. Rêwîtî ji 2200 metir gundê Êlê dest pê dike. Cihê vê kampê 3200 metir e. Carek jî em li 4200 metre bêhna xwe vedikin xwarin dixwin. Ji wir pê ve rawestan nîne heta lûtkeyê. ji Bazîdê derketin û careke din vegera Bazîdê pênc rojên me digire.”

Çiyagerên biyanî dibêjin dema ji dûr ve li Araratê nêrinê pir xweşa wan çûye. Lê çawa ji dûr xweş e, ji nêzîk ve xweşiktir e.

Çiyagerê Danîmarkî Jakob Rhode: “Bi çar endamên malbatê û hevalek xwe em ji Danîmarka hatin. Me li Wanê û Bazîdê plan kir ku hilkişin lûtkeya Araratê. Em hê berê çûne çiyayan Mont Blank û Kilamanyaro. Li Araratê kêmek metirsî heye, lê me xwest nîşan bidin ku em dikarin bikin.”

Çiyager û geştiyar pesnê nêzîkatiya Xelkê navçeyê didin ku pir germ pêşwaziya wan kirine.

Çiyager Emilie Rhode: “Ev ne hilkişîna min ya yekemîn e bo çiyayên bilind. Ez hê berê çûme Kilamanyaro. Lê ev bi rastî ezmûneke cuda ye. Dema mirov digihe lutkeyê hemû deveran dibîne. Pir balkêş û xweş e.”

Çiyayê Agirî wek Çiyayê Araratê jî tê binavkirin û 5137 metir bilind e. Li gor baweriya Kristiyanan, Keştiya Hezretî Nûh, di dema tofanê de li Lûtkeya Araratê bo xwe cih ditiye û mirovahî ji vê lûtkeyê belavî cîhanê bûye.