Kabîneya Nehem 6 bendavên nû çêkirine û 11 bendavên din jî tên çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 6 bendavên nû çêkirine û dê 11 bendavên din jî tên çêkirin. 

Beşek ji nêrîna Kabîneya Nehem, parastina ewlehiya avê ye, ji bo vê mebestê jî bi destbikarbûna xwe re, tevî hebûna qeyranên Korona, daketina nirxê petrolê, neşandina bûdceyê, di cîbicîkirina planên stratejîk de ranewestiya, belkû hin projeyên rawestandî, salên borî vejandin û bûdceya pêwîst ji wan re dabîn kir.

Li Herêma Kurdistanê 34 bendavên mezin, navîn û biçûk hene ku 23 ji wan hatine temamkirin û 11 bendavên din jî kar tê de berdewam e. Tenê di heyama Kabîneya Nehemîn de, 6 bendav: Çemriga, Xinis, Dîwane, Tûrecar, Aqûban û Şewgêr hatine temamkirin. Bendava Gomespan û Bastora jî dê heta dawiya îsal temam bibin.

Ev bendavên ku di Kabîneya Nehem de hatin temamkirin, bendavên Gomespan û Bastora jî di nav de, dikarin zêdetirî 150 milyon metre sêcar avê bigrin.

Bendav di parastina ava bin erdê, vejandina sektorên geştiyariyê, çandiniyê, ajelkariyê, avedankirina gundan û dabînkirina ava paqij de, roleke girîng dilîzin.