Hizbullaha Libnanî bi mûşekan êrîşî bakurê Îsraîlê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hizbullaha Libnanî ragihand, wê Celîlê Jorîn bi bi dehan mûşekên Katyusha kire armanc, wek bersivekê li ser bombebarana Israîlî ku di encamê de sivîl li başûrê Libnanê birîndar bûn.

 

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de got, “Li hember êrîşên Îsraîla dijmin yên li ser gundên başûrê Libnanê, bi taybetî êrîşên li ser gundên Kefer Kila û Dêr Siryan û birîndarkirina sivîlan” wan herêmeke nû “Beyt Hêlil” bi dehan mûşekên Katyusha bombebaran kir.

 

Ji aliyê xwe ve Artêşa Îsraîlî ragihand, dora 30 mûşekan ji Libnanê ber bi Celîlê Jorîn ve hatine avêtin. Diyar kir jî, berevaniya asmanî piraniya mûşekan têk birin û yek ji wan mûşekan li Beyt Hêlil ket, bêyî ku ti ziyan çêbibe.

 

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a Libnanê şeva borî ragihand, 4 êrîşên li pey hev li ser navçeyên başûrê welat hatine kirin, di encamê de 6 kes birîndar bûn.

 

Ev yek di demekê de ye, cîhan li benda bersiveke leşkerî ya Îran û Hizbullahê li ser Îsraîlê ye, piştî kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye roja Çarşemê li Tehranê û kuştina serkirdeyekî navdar ê Hizbullahê Fûad Şukir li Taxa Başûr a Beyrûtê êvara sêşemê.