Li Diyarbekirê xizmetek bêberamber ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re tê dayîn

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bo kesên xwedî pêdiviyên taybet xizmetek watedar tê dayîn ku kesên xwedî pêdiviyên taybet ên wesaîtên taybet ên hatçoyê bi kar tînin dikarin bêberamber ji vê xizmetê sudê werbigrin. Kesên vê xizmetê didin jî dibêjin çi pirsgirêka wesaîtên kesên xwedî pêdiviyên taybet hebin ew amade ne alîkariya wan bikin.

Ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve di bin banê Beşa Xizmetên Civakî de bo welatiyên xwedî pêdiviyên taybet xizmetek girîng û hêja tê pêşkêşkirin. Di Beşa Xizmetên Civakî de kargehek bo kesên xwedî pêdiviyên taybet xizmetê dide û wesaîtên ku ji aliyê kesên xwedî pêdiviyên taybet ve di hatçoyê de tên bikaranîn dema rastî aloziyekê bên ji aliyê kargehê ve bê beramber ew alozî têne çareserkirin. Kesên ku vê projeyê bi rêve dibin jî amaje dikin ku ew dixwazin welatiyên xwedî pêdiviyên taybet in jiyana xwe ya rojane bi awayeke hêsantir bimeşînin.

Serokê Beşa Xizmetên Civakî ya Şaredarıya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serkan Demîrkiran ji K24ê re got: “Ji sala 2014an ve me dest bi vê projeyê kiribu. Em hewil didin ku li 17 navçeyan vê xizmetê belav bikin. Em xizmetê didin bajarên din jî. Armanca me ew e ku kesên xwedî pêdiviyên taybet di jiyana rojane de bêhitr cih bigirin û em jî bo pêdiviyên wan dixwazin bibin bersiv”

Di çarçoveya xizmeta ku bo kesên xwedî pêdiviyên taybet tê dayîn de heta niha bi hezaran wesaît hatine nujenkirin û pirsgirêkên wan hatine çareserkirin. Kesên xwedî pêdiviyên taybet jî tînin zimên ku ew ji vê xizmetê gelek keyfxweş in û bi ximzetên wisa ew dikarin di jiyana rojane de bêhtir û baştir hatçoyê bikin.

Welatî Bîrgul Bayri: “Bi Nêrîna Min Hebûna Kargehek Wisa Hem girîng e û hem jî hêja ye. Ez gelek keyfxweş bûm ku dema min zanî kargehek wisa heye û xizmetê dide kesên xudan pêdiviyên taybet. Bi xêra kargehên wisa em di rê de namînin. Em bi awayeke hêsantir hatçoyê dikin”

Welatî Metîn Demîr: “Xizmeteke gelek baş e, bi vê xizmetê em dikarin ji malê derbikevin, berê dema wesaîtên me rastî aloziyê dihatin me nedikarî bi kargoyê bo enqere stenbol bişînin, niha ev kargeh vebuye, mala wan avabe, bêminet e”

Projeya dorê da ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ew e ku dê ev xizmet bi şêwazeke gerok bidome. Dê tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir biçin cem kesên xwedî pêdiviyên taybet û vê xizmetê pêşkêşî wan bikin.