Mesrûr Barzanî: Kêfxweş bûm ku beşdarî merasîma derçûyên Akademiya Leşkerî ya Sandhurst bûm

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna li xula 233emîn a Akademiya Leşkerî ya Şahane ya Sandhurst nîşan da.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja 09.08.2024an, xula 233emîn a Akademiya Leşkerî ya Şahane ya Sandhurst hat lidarxistin û berpirsên bilind ên Brîtanya û welatên din tê de amade bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” nivîsî: “Ez kêfxweş bûm ku beşdarî merasima derçûyên Akademiya Leşkerî ya Sandhurst bûm.”

Herwıha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li hemû derçûyan jî kir.

Xwendekarên navneteweyî li xula 233 a li Akademiya Leşkerî ya Şahane ya Sandhurst, madalyaya qedandina perwerdehiyê wergirtin.

Yek ji derçûyên akademiyê jî, Arîn Barzanî bû ku di nav 290 kesan de, madalyaya ku sembola şahê Brîtanyayê li ser e wergirt.

Ev madalya ji sala 2016an vir ve ji bo xwendekarên ku li ser asta navdewletî beşdarî kurs û azmûna leşkerî yên Akademiya Sandhurst bûne tê dayîn.

Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane, kolîjeke leşkerî ya kevn a Brîtanyayê ye, sala 1802an hatiye damezrandin, herwiha yek ji akademiyên leşkerî yên navdar ên Brîtanyayêv ye û wekî navendeke destpêkî ya meşq û rahênanên efserên Artêşa Şahane ya Brîtanyayê tê zanîn.

Ew kolîj dikeve bajarokê Sandherstê, Berkshire, lê deriyê wê yê serekî dikeve bajarokê Kamberliyê, li başûrê rojavayê Londonê.