Hêzên asayîşê helbestvan Xemgîn Remo li bajarokê Dirbêsiyê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û helbestvan Xemgîn Ramo li bajarokê Dirbêsiyê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, nivîskar û helbestvan Xemgîn Ramo ji roja 6 Tîrmehê ve li bajarokê Dirbasiyê ji aliyê hêzên asayişê ya ser bi HSDê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Torê diyar kir, Hêzên Sûriya Demokratîk û şaxên wê yên ewlekariyê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîl, siyasetmedar û dijberan bi behaneyên derewîn li navçeyên di bin destê wan de didomînin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tirsa xwe ji çarenivîsa Xemgîn Remo nîşan da û got ku eger heye ku rastî eşkence û windakirina bi zorê were.

Torê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsiyariya xwe li hember sivîl, dijber û siyasetmedaran li navçeyên di bin kontrola HSDê de bigire ser milê xwe, hesapê ji berpirsan bixwaze û wan derxîne pêşberî dadgehan, herwiha zextê li wan bike, da ku binpêkirinên xwe rawestînin û çarenivîsa bi sedan sivîlên ku di girtîgehên wan de winda bûne, eşkere bikin.