Amerîka pabendbûna xwe bi piştgirîkirina Pêşmerge tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski got: “Em pabend in ku alîkariya hêzên Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de bikin, ku metirsiyeke hevbeş e.”

Hevahengî û hevpeymaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de berdewam û berhemdar bûye, di dema dawî de piştî derketina êrişên DAIŞê, hevkarî zêdetir bûye. Aliyê Amerîkî jî tekeziyê li ser pêbendbûna xwe ya hevkarî û piştevaniya Pêşmerge dike.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski daxuyaniyekê li ser tora civakî “X” belav kir û tê de ragihand, ew kêfxweş in ku karwaneke din a alîkariyên Amerîkayê pêşkêşî Hêzên Pêşmerge dikin.

Romanowski nivîsî: “Ez kêfxweş im ku alavên girîng pêşkêşî Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.”

Herwiha got: “Em pabend in bi xurtkirina şiyanên hêzên Iraqî, di nav wan de jî Hêzên Pêşmerge, ji bo misogerkirina berdewamiya şikestina DAIŞê li Iraqê.”

Ragihandina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê di demekê de ye, çendîn car e balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê tekezî li ser piştevaniya xwe bo Hêzên Pêşmerge kirine û reform û pêşketinên wan bilind nirxandine.

Pêştir jî, Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw di kongreyeke rojnamevanî de ragihandibû: “Ez pêzanînên xwe ji bo hewlên çaksaziya Wezareta Pêşmerge diyar dikim.”

Herwiha got: “Bexşîna wan çekan bo Pêşmerge, pabendbûna Amerîkayê ya ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge nîşan dide.”