Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê pîrozbahiya dike

Arîn Barzanî li Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane
Arîn Barzanî li Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê pîrozbahiya derçûyên gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane dike, herwesa amajeyê dide Arîn Mesrûr Barzanî ku yek ji wan efseran e yên ku ev ger bi awayekî serkeftî temam kiriye.

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê îro (Yekşem, 11.08.2024) li ser tora civakî ya Facebookê parve kiriye, “Em pîrozbahiya efserên gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane dikin, ku li roja 09ê Tebaxê derçûn. Yek ji wan efserên nû raspartî Arîn Barzanî ye, ku bi wergirtiyên din re salek ji mijarên serkirdetî û meşqên serbazî û akademî û taktîkî temam kiribû.”

Derçûyên gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane li roja 09.08.2024ê medalyaya temamkirina meşq û rahênanan wergirt, ku yek ji derçûyên wê akademiyê jî Arîn Barzanî bû, ku di nav 290 kesan de medalya pêşkêşî wî hat kirin, ku hêmayê Şahê Brîtanyayê li ser e.

Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane kolîjeke serbazî ya kevn a Brîtanyayê ye, ku li sala 1802ê hatiye damezrandin, herwesa yek ji akademiyên serbazî yên navdar ên Brîtanyayêv ye û wekî navendeke destpêkî ya meşq û rahênanên efserên artêşa şahane ya Brîtanyayê tê hesibandin.

Ew kolîj dikeve bajarkê Sandhêrstê, Bêrkşayer, lê deriyê wê yê serekî dikeve bajarkê Kamberliyê, li başûrê rojavayê Londonê.