Elî Malela: Ereb û Tirkmen ji birêvebirina Kerkûkê hatin bêparkirin

Elî Malela
Elî Malela

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavdêrekî siyasî dibêje, “Ereb Tirkmen wesa difikirin ku ya qewimî binpêkirneke qanûnê ye û li dadgehê skalayê tomar dikin.”

Çavdêrê Siyasî Elî Malela îro (Yekşem, 11.08.2024) di çarçoceya geşteke nûçeyên K24ê de got, “Ya ku şevêdî li hotela Reşîdê li Bexdayê di derheqa hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê de qewimî rengvedan peyda kirin. Aliyên Erebî û Tirkmenî ew biryar red kiriye ji ber ku wesa difikirin ku ew hatine piştguhxistin.”

Elî Malela eşkere jî kir, “Rakan Ciborî jî di derheqa civîna şevêdî de got ku daxwaz nekiriye ew civîn bê kirin, belkî ew civîn li ser daxwaza YNKê bû.”

Navbirî amaje jî da, “Ereb û Tirkmenan gotiye ku ya qewimî binpêkirineke qanûnê ye û li dadgehê skalayê tomar dikin. Herwesa daxwazê dikin ku civîneke din bê kirin û hemî alî li hev bikin û çi aliyek neyê piştguhxistin.” Herwesa got, “Ereb û Tirkmen ji birêvebirina Kerkûkê hatin bêparkirin.”

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.