PWK: Birîna Kurdên Êzîdî birîna hemû Kurd û Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê di 10. Salvegera Komkujiya Kurdên êzîdî de, peyamek bîranînê belav kir û di peyamê de bal hate kêşan ku bo pêçana birînên Kurdên Êzîdî pêdivî bi bernameyek taybet heye.

Di çarçoveya 10. Salvegera Komkujiya Kurdên Êzîdî ya ji aliyê DAIŞ ve hatî kirin de Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek nivîskî ragihand. Di peyamê de hat amajekirin ku birîna kurdên Êzîdî birîna hemû kurd û Kurdistanê ye. 

Peyama PWKê: 

“Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzidî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

Îro dehemîn salvegera komkujîya kurdên Êzîdî ye ku ji alîyê rêxistina hov û terorîst DAIŞê ve li Şingalê û derdora wê pêk hat.

Roja 3ê tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê. Di encama vê êrîşî de, bi hezaran welatiyên sivîl ên kurdên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên êzidî jî hatin êsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sed hezaran xelkê sivîl yên kurdên Êzidî mecbûr man ku cîh û warên xwe bihêlin û terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî birîneke kûr e û ev birîna hemû kurd û kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên kurdên Êzidî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e. 

Heta nuha jî piranîya gelê me yê Êzîdî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîn vegerin ser cih û warên xwe.

Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar ya xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî bernameyeke taybetî amade bikin û bi cîh bînin.

Em bangî  Netewên Yekgirtî dikin ku vê komkujî û jenosîda kurdên Êzidî bi awakî fermî qebûl bikin.

Di dehemîn salvegera jenosîd û komkujîya Şingalê ya xuşk û birayên me kurdên Êzidî de, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.”