Pêşangeheke xweşnivîsînê li Sûka Qeyseriya Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - 11ê Tebaxê Roja Cîhanî ya Xweşnivîsînê ye, Mozexane û Erşîfê Perwerdeya Hewlêrê bi vê helkeftinê çalakiyeke taybet li nav Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir. Du hunermendan (Yehya Erbîlî û Ban Selah) bi hunera xweşnivîsînê û karên destî û hêlkarî û nexşerêjiya hûr tevlî wê çalakiyê bûn.

Roja Cîhanî ya Xweşnivîsînê îro (Yekşem, 11.08.2024) bi awayekî cuda li nav aliyê şewitî yê Sûka Qeyseriya Hewlêrê bi çalakiyeke hunerî bilind hat nirxandin. Ev bi salan e ku Yehya xweşnivîs e û di vê rojê de bi berhemên xwe yên hunera destî vê bîranînên zindî dike.

Yehyayê xweşnivîs got, “Tevî ku Sûka Qeyseriya Hewlêrê hat şewitandin û herift, lê heta niha jî ji bo me wesa ye ku ew sûk her wekî xwe ye û çi lê nehatiye, ji ber ku em bi can bi sûk û bajarê xwe re ne. Em li beranberî bajarê xwe hest bi berpirsyarîtiyê dikin, me pê xweş bû ku xweşiktî û aliyê şaristanî yê Hewlêrê têkelî karên xwe yên hunerî bikin.”

Erşîfdost û Mamosta Şêrzad Resûl jî got, “Me pêdivî dît ku îsal li wî cihî, ji bo ku rihê bidin Sûka Qeyseriya Hewlêrê, pêşangehekê vebikin.”

Karkirin di Sûka Qeyseriya Hewlêrê de berdewam e, ji bo ku berî werzê barîna befr û baranan bi temamî bê nûjenkirin, kedkar deriyên dikanên xwe vebikin û avedanî vebigere wê sûkê, ku pareke dîrok û şûnwarên Hewlêrê ye.