Borrell: Herdu wezîrên Îsraîlê Smotrich û Ben-Gvir handanê bo tawanên şer dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell ragihand, “Herdu wezîrên Îsraîlî Bezalel Smotrich û Itmar Ben Gvir tawanên şer kirine” û daxwaza cezakirinê wan kir.

Borrell li ser Platforma “X” de diyar kir, dema dinya ji bo agirbesta li Xezzeyê zextê dike, Wezîr Ben Gvir banga birîna sotemeniyê rêgirtina li alîkariya sivîlan nake.

Her wiha got: “Mîna daxuyaniyên xerab ên Wezîr Smotrich, ev jî handana bo tawanên şer e. Divê ceza di rojeva Yekîtiya Ewropayê de be.”

Borrell, bang li hikumeta Îsraîlê kir ku bi awayekî eşkere xwe ji tawanên şer dûr bixe û got: “Ez bang li wê dikim ku bi baweriyeke baş tevlî danûstandinên ku ji aliyê Amerîka, Qeter û Misirê ve ji bo agirbesteke lezgîn hatine destpêkirin, bibe.”

Roja şemiyê 10ê Tebaxa 2024an, Îsraîlê bi 3 mûşekan dibistana El-Tabiîn di dema nimêja sibê de kire armanc, di encamê de zêdetirî 100 filistînî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê jî li ser vê êrîşa Îsraîlê wek “hovane” bi nav kir û got ku ew ji wan wêneyan “bitirs” bû.

Herwiha got: “Di hefteyên dawî de, herî kêm 10 dibistan hatin armanckirin. Tu hinceta van komkujiyan nîne.”

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê hejmara miriyan gihîştiye 39 hezar û 790 kesî, 92 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.