6emîn Festîvala Cilo li xwezaya Colemergê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeşemîn Festîvala Cîlo li quntara Çiyayê Cîlo, li bilindahiya 3400 metreyan li ser asta deryayê li parêzgeha Colemêrgê hat lidarxistin.

Piştî şerê PKK'ê, ev nêzî 6 sal in aramî li herêmê pêk hatiye û bi hezaran kes beşdarî festîvalê dibin, heta ji Herêma Kurdistanê jî diçin û beşdarî çalakiyên Festîvala Cîlo dibin.

Welatiyekî Herêma Kurdistanê ku ji bo beşdarî şeşemîn Festîvala Cîlo bibe çûye Bakurê Kurdistanê got: “Ez ji Hewlêrê hatim û bo cara duyem e beşdarî vê festîvalê dibim.”

Welatiyekî din ê Herêma Kurdistanê got: “Ez kêfxweş im ku careke din serdana wê deverê dikim. Ez ji Hewlêrê têm. Xwezaya herêmê pir balkêş e. Di salên 1980’an de em bi komek Pêşmergeyan re ji bo çalakiyan derbasî Çiyayê Cîlo bûn, niha ez jî bi serbestî vegeriyam herêmê, ez gelekî kêfxweş im.”

Berfa zivistana borî hîna li quntarên Çiyayê Cîlo maye û gola di navbera çiyayan de xwezaya herêmê zêdetir xemilandiye, ku çalakiyên cuda di festîvalê de tên kirin. Tenê îsal 25 hezar kes beşdarî festîvalê bûne.