Tirkiyeyê mercên xwe yên vekişîna ji Sûriyeyê aşkere kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, heta destûreke nû neyê nivîsandin û hilbijartin çênebin, artêşa wî ji Sûriyê venakişe.

Guler ji ajansa “Reuters” re ragihand, “Tenê piştî ku destûr nû hat qebûlkirin, hilbijartin hatin kirin û ewlehiya sînoran hat peydakirin, em dikarin li ser vikişîna ji Sûriyeyê biaxivin.”

Guler got jî: “Çi li Mosko yan jî li devereke din, dibe ku civîneke dualî ya li ser asta wezîran bi Sûriyê re were kirin.”

Daxuyaniyên Guler piştî wê tê, demek e behsa asayîkirina peywendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de û hevdîtinên serokên her du welatan tê kirin û Rûsya jî aktorê sereke ya vê asayîkirinê ye.

Di vê derbarê de, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bêhtirî carekê ragihandibû, vekişîna Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê, mercê asayîkirina pêwendiyên di navbera Enqere û Şamê de ye.

Enqereyê piştî şerê li Sûriyeyê di sala 2011an de, pêwendiyên xwe bi Şamê re qut kirin û piştgirî da opozîsyona rejîma Esed û pêşwazî li opozîsyon û koçberên wî welatî kiribû.

Di Berçileya sala 2022an de jî, Rûsyayê piştî 11 salan, mêvandariya yekem hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de li ser asta wezîrên berevaniyê kiribû.