Suphiye Bulut yekem pirtûka xwe ya helbestan çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd a Bakurê Kurdistanê, Suphiye Bulut yekem pirtûka xwe ya helbestan bi navê “Ey Ez” çap kir.

Pirtûka “Ey Ez”, berhema yekem a helbestvan Suphiye Bulut e û ji aliyê Weşanxaneya Doz ve hatiye çapkirin.

Suphiye Bulut derbarê vê berhema xwe de ji K24ê re got: “Naverokên helbestan di nav hemû hestên mirovî de ne, min bi giştî li ser evîn, ziman û hezkirina welat nivîsandine.”

Herwiha got: “Di sala 1982 ez çûbûm zîndana Amedê zîyareta birayê xwe, min dît li wir kurdî qedexe ye û ji bo ku dapîra min bi zimanê xwe bi nevîyê xwe re axivî, wê û neviyê xwe lê dan xwarin. Vê rewşê bandoreke mezin da ser min, ji wê demê ve jî ew min dest bi nivîsa kurdî kir û helbesta xwe a yekem li hewşa wê zindanê nivisî.”

Suphiye Bulut sala 1963an li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê jidayik bûye. Xwendina xwe li bajêr heya dibistana navîn qedandiye. Bulut niha li Stenbolê dijî û li ser zimanê kurdî xebatan dike, helbest û çîrokan dinivîse. Çend helbestên Bulut sala çûyî, di berhema Helbestên Jinên Wêjkar de jî çap bûne.

Helbesteke Suphiye Bulut:

DAPÎRA MIN

Bi hestekî germ bi kêfek sar

Hatibû serdana min pîra min

Qedexe kiribûn zimanê me

Loma nikaribû biaxive pîra min

Li paş têlên li hev badayî

Gêj û lal bûbû pîra min

Bi xemgînî li çavên min dinêrî

Dibarand hêsirên bê xwedî

Bona nebînim wan hêsiran

Zû paqij dikir bi dizî

Rewşa dapîra min bi xemgînî

Kezeb li min peritand

Loma min kir hewar û gazî

De biaxive pîrê çima bêdeng î

Bi gotina min ya bi kurdî

Leşkeran li min dan ne bi merdî

Bi lêdana jopan min xwe nedî

Ji dev û pozê min xwîn herikî

Ji hişê xwe çûm bûm weke mirî

Qurtek ava cemidî

Reşandin li ser vî canî

Çavên min vebûn hinekî

Min li dora xwe nêrî

Tunebû pîra min a zindî

Piştî demeke dirêj

Azad bûm ji wê zindanê

Çûm ser gora pîrê

Giya li ser bûbû dirêj

Min bang kir û gote pîrê

Waye ez hatim lê tu kanî

Çavên xwe veke biaxive bi kurdî

Hembêz bike neviya xwe

Li vir tune ne zebeniyên dojehê

Çi fêde tune ye tu êdî

Te xatir nexwest ji vê neviya xwe

Û bi min re neaxivî bi edeb