Xalid Ebas: Dengdana ezmûnî li Dihokê bi awayekî serkeftî hat kirin

Xalid Ebas
Xalid Ebas

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Dihokê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê radigehîne, “Pirosesa dengdana ezmûnî ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Dihokê serkeftî bû, amûrên xwandina şûntiliyan, cudakirina dengan û şandina encaman çi arêşe nebûn.”

Berpirsê Nivîsîngeha Dihokê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas îro (Duşem, 12.08.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Em dê li meha bê dengdaneke din a ezmûnî bikin, niha bala me li ser parvekirina kartên bayometrî li ser dengderan e.”

Xalid Ebas herwesa got, “Dengdana ezmûnî li parêzgeha Dihokê serkeftî bû, amûran karê xwe baş kiriye, encamên eliktironî û destî wekî yek bûn.” Herwesa got, “Em li paşerojê dengdaneke berfirehtir dikin, bi rêya karmendên Komisyonê ku dibin dengder, herwesa em dê ji bo polîsan bingehên dengdanê vebikin. Ji bo vê qonaxê, em dê bala xwe bidin ser parvekirina kartên bayometrî, ku dê heta roja 17ê Cotmehê berdewam be.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê li roja 10.07.2023ê nivîsarek arasteyî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê kir û roja 18.11.2023ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar kir, herwesa daxwaz ji Komisyonê kir ku amadebûna xwe ji bo serperiştîkirina hilbijartinan di wê rojê de diyar bike, an jî li gel roja birêveçûna hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê li roja 18.12.2023ê.

Pêştir jî, li roja 24.02.2022ê, Serokê Herêma Kurdistanê fermana herêmî ji bo destnîşankirina roja 01.10.2022ê ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê îmza kir, lê hilbijartin ji ber duberekiyên aliyan li ser qanûna hilbijartinan hatin paşxistin.