Sê keçikên Êzidî li kempa Holê tên azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sê keçikên Êzidî li kempa Holê tên azadkirin, herwesa lêgeriyana keç û jinên din ên Êzidî jî ku hêşta li bin destê DAIŞê ne berdewam e.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê Mahir Şingalî, îro (Duşem, 12.08.2024) sê keçikên din ên Êzidî, ku li bin destê DAIŞê bûn, li kempa Holê li Sûriyeyê hatin rizgarkirin û vegeriyan nav kesûkarên xwe.

Birêveberê Rizgarkirina Êzidiyên Revandî Hisên Qayîdî di vî warî de ji K24ê re got, “Heta niha sê hezar û 581 keç û jinên Êzidî ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin û heta niha du hezar û 592 keç û jinên din jî li bin destê DAIŞê mane.

Hisên Qayîdî herwesa amaje da rolê bizavên tevaya dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî ji bin destê DAIŞê.

Berpirsê Liqa 17ê ya PDKê Nazim Herkî jî ji aliyê xwe ve taybet ji K24ê re amaje da ku, bi vegerandina keç û jinên êzidî ji bin destê DAIŞê dilxweş in, herwesa bizavên wan ji bo rizgarkirina tevaya wan keç û jinan jî dê berdewam bin ên ku hêşta nehatine rizgarkirin.

Nazim Herkî herwesa spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku dê li ser bizavên xwe ji bo rizgarkirina Êzidiyên revandî yên bin destê DAIŞê berdewam bin.