Mûna Yaqo: Em sivkatî û bêrêzîkirina bi çi ol û bawerekê qebûl nakin

Mûna Yaqo
Mûna Yaqo

Navenda Nûçeyan (K24) - Seroka Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em sivkatî û bêrêzîkirina bi çi ol û bawerekê qebûl nakin û Desteya Mafên Mirovan çend dozên sivkatîkirina bi olan şandine dadgehan û dê li ser vî karî berdewam jî be.”

Seroka Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê Mûna Yaqo îro (Duşem, 12.08.2024) di konferanseke rojnamevanî de got, “Tiştê yekê yê ku Herêma Kurdistanê pê tê nasîn mijara pêkvejiyanê ye û divê bê parastin.”

Mûna Yaqo amaje jî da, “Her arêşe û xemsariyeke di pirsa pêkvejiyanê de hebe, divê em bi zûtirîn dem çareseriyê jê re bibînin û li sedemên wê bigerin, herwesa bizavê ji bo nemana wan bikin.”

Çavkaniya navbirî herwesa got, “Em qebûl nakin bêrêzî li beranbeerî çi olan bê kirin.” Eşkere jî kir ku wê desteyê çend doz li ser wê pirsê hene û niha ew doz li dadgehê ne, yek ji wan dozan jî bêrêzîkirina bi ola Îslamê bû.

Seroka Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Desteya Mafên Mirovan tekezê li ser wê yekê dike ku, her ol û bîr û bawereka li Herêma Kurdistanê hebe, divê rêz lê bê girtin. Eger rêz lê neyê girtin û bi awayekî eşkere bêrêzî li beranber hat kirin, ew tawan e û divê kesên bêrêziyê dikin rûbirûyî dadgehê bên kirin, li dû qanûna sizayên Îraqê ya sala 1969ê.