Bereyê Tirkmenî: Em sibe xwenîşandaneke berfireh li Kerkûkê dikin

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Tirkmenî di ragehandinekê de amajeyê dide ku, piştî redkirina pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê û hilbijartina Parêzgeha Kerkûkê rûbirûyî êrîşeke tund a medyayî bûne. Herwesa tekezê jî dike ku sibe xwenîşandaneke cemawerî ya berfireh li Kerkûkê rêk dixin.

Di wê ragehandinê de, Bereyê Tirkmenî tekez kiriye ku xwe wekî bergirîkarên pêkhateya Tirkmenî dibînin û ew rewatî jî ji xelkê xwe wergirtiye. Amaje jî daye ku, arêşeya wan bi postekî û armanceke kesî sinordar nîne, belkî bergiriyê ji mafên xwe yên neteweyî dikin.

Bereyê Tirkmenî ew yek jî red kiriye ku ew penayê ji bo bikaranîna zimanê neşirîn bibin, herwesa tekekz kiriye ku bizavên wan dê ji bo bicihanîna qanûn û parastina mafên hemî pêkhatan berdewam bin.

Bereyê Tirkmenî herwesa ragehandiye ku, sibe (Sêşem, 13.08.2024) seet 06:00 ê êvarê, li beranberî avahiyê Parêzgeha Kerkûkê xwenîşandaneke cemawerî ya berfireh ji bo redkirina encamên civîna Bexdayê li ser hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê rêk dixin.

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.