Mela Bextyar: Xaneqîn gorî Kerkûkê hatiye kirin û Kurd li wê derê çi postan wernagirin

Mela Bextyar
Mela Bextyar

Navenda Nûçeyan (K24) - Mela Bextyar ji K24ê re radigehîne, “Xaneqîn gorî Kerkûkê hatiye kirin, mana Rêbwar Teha jî li ser postê Parêzgerê Kerkûkê heta niha ron nîne.”

Mela Bextyar îro (Duşem, 12.08.2024) di çarçoveya tevlîbûna di bernameya Xê ya K24ê de ragehand, “Di pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de xedir li Xaneqînê hatiye kirin, lihevkirin hatiye kirin ku li wê derê çi postek bi Kurdan neyê dan.”

Amaje jî da, “Xaneqîn gorî Kerkûkê hatiye kirin, mana Rêbwar Teha jî li ser postê Parêzgerê Kerkûkê heta niha ron nîne, ji ber ku aliyên siyasî red kiriye.”

Bernameya Xê li rojên Pêncşem seet 09:00 ê şevê li ser şaşe û medyaya civakî ya K24ê ji aliyê Kovan Izet ve tê pêşkêşkirin. Mela Bextyar di bernameya navbirî de bi rewşa Kerkûkê re behsa çend tewerên giring û hestyar ên navxwe yên YNKê û rewşa Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê jî dike.

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.