Berdevkê AK Partiyê: Em daxwaza çarekirina rewşa Kerkûkê dikin

Omer Çelîk
Omer Çelîk

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê AK Partiyê radigehîne, ew awayê hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê rast nabînin ku PDK û Tirkmen û hejmareke Ereban li derveyî pêkhateya hilbijartî ne.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro (Duşem, 12.08.2024) ragehand ku, “Em awayê hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê rast nabînin. Herwesa ji ber wê rewşa ku YNKê çê kiriye, PDK û Tirkmen û hejmareke Ereban li derveyî pêkhateya hilbijartî ne.”

Omer Çelîk amaje jî da, “Em siyasetekê li Îraqê dixwazin ku hemî aliyan vebigire û çi aliyan li derve nehêle. YNKê rewşeke cuda xuliqandiye û Tirkmen û hejmareke Ereban û PDK li derveyê wê lihevkirinê hêlane.”

Navbirî herwesa got, “Em siyaseteke bi wî awayî durist nabînin. Ev ji bo Îraq û Kerkûkê jî siyaseteke şaş e. Siyaseta bêparkirina Tirkmenan û hejmareke Ereban û PDKê şaş e.”

Berdevkê AK Partiyê di pareke din a gotinên xwe de got, “Hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê li gel vê çarçoveyê nagunce. Em vê rewşê durist nabînin û qebûl nakin, divê pêngavên bilez ji bo parastina hemî aliyan bên avêtin. Eger ne, arêşeyên din jî dê rûbidin.”

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.