Bereyê Tirkmenî skala li ser awayê pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê tomar kir

Hola Civata Parêzgeha Kerkûkê / wêne: Hêmin Delo - K24
Hola Civata Parêzgeha Kerkûkê / wêne: Hêmin Delo - K24

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Tirkmenî û pêkhateya Erebî li Dadgeha Federalî skala li dijî rûniştina hotela Reşîdê ya Bexdayê tomar kir û dibêjin, “Skalaya me li ser bingeha qanûnê û Destûrî ye û em li wê bawerê ne ku em dê bi ser bikevin.” Tekez jî dikin ku, itîrafê bi wê hikûmetê nakin.

Civîna hotela Reşîdê ya Bexdayê pêkhateyên Kerkûkê li ser çend bereyan parve kirine, bereyê nerazî ji bilî livandina cadeyê pena ji bo dadgehê jî biriye û skala tomar kiriye.

Turkiş Izedîn ku li Bereyê Tirkmenî serkirde ye ji K24ê re ragehand, “Me wekî lîsta Bereyê Tirkmenî yê hevgirtî skala li dijî wê rûniştinê tomar kir, a ku li hotela Reşîdê ya Bexdayê hat kirin. Di wê skalayê de jî, me pişta xwe bi qanûnê û Destûrî germ kiriye.”

Heşt mehên bendemana xelkî bi qeyranê dest pê kir, hikûmetek ku hêşta dest bi karê xwe nekiriye, gefa hilweşandinê li ser heye.

PDK û pêkhateya Tirkmenan û nîva Ereban hikûmeteke bi vî awayê çê bûyî red dikin û wekî kudeta binav dikin.

Pêştir alî û pêkhateyan li ser wê yekê li hev kiribû ku pêdivî ye yekdengî li ser pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê hebe û çi alî neyên piştguhxistin, lê li dû gotina aliyên nerazî civîna hotela Reşîdê sazan têk da û her sê pêkhatên Kerkûkê parve kirin û qeyran jî mezintir kirin.