Mehma Xelîl: 600 keç û jinên Êzidî li Kampa Holê hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterekî Kurd ê Êzidî radigihîne, nêzîkî 600 keç û jinên Êzîdî li kampa Holê ya li Hesekê hene, lê hikûmeta Iraqê ji bo vegerandina wan xemsar e.

Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ji K24ê re ragihand, wan daxwaza pêkanîna komîteyekê kiriye ji bo serdana Sûriyeyê bike û fişarê li HSDê bike, da ku keç û jinên Êzîdî yên li Hola kampê ne azad bikin.

Mehma Xelîl got: “Nêzîkî 600 keç û jinên Êzidî li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hene, lê hikûmeta Iraqê xemsar e ji vegerandina wan.”

Hola kampê li parêzgeha Hesekê di bin kontrola Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye. Niha dora 50 kesar kesên ji zêdetir 60 welatî lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Ji ber êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê di 3ê Tebaxa 2014an, zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2745 zarok jî bê dê û bav mane. Herwiha ji ber êrîşan zêdetirî 325 hezar Êzîdî koçber bûne.

Peyamnêrê K24ê Mahir Şingalî duhî 12ê Tebaxê da xanîn, 3 keçikên din ên Êzidî ku di destê DAIŞê bûn, li kempa Holê hatin rizgarkirin û vegeriyan nav kesûkarên xwe.

Birêveberê Rizgarkirina Êzidiyên Revandî Hisên Qayîdî ji K24ê re got, “Heta niha 3581 keç û jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û heta niha 2592 keç û jinên din jî di destê DAIŞê de mane.”