Firokeyên Tirkiyeyê gundekî devera Mawetê bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundê Basewe yê ser bi qezaya Mawetê ev ya li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Qaymeqamê Qezaya Mawetê Kameran Hesen ji K24ê re ragihand: “Gundê Basewe hat bombebarankirin, lê ti ziyanên canî nebûn.”

Berê jî ji ber hebûna çekdarên PKKê li wê deverê, çendîn caran ew dever hatiye bombebarankirin.

Qezaya Mawetê 56 kîlometyan dikeve bakurê rojavayê bajarê Silêmaniyê û bi Îranê re hevsînor e.