Li Kurdistanê 200 kîlometre çargoşe maye ku ji mînan bê paqijkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan dibêje, li gorî Peymana Ottawayê, diviyabû Herêma Kurdistanê heta sala 2018an ji mîn û bermahiyên şer bihata paqijkirin.

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan Cebar Mistefa îro 13ê Tebaxê ji K24ê re got: “Li gor rêkeftina Otwawayê, diviyabû Herêma Kurdistanê heta sala 2018an ji mîn û bermahiyên şer bihatana paqijkirin, lê ji ber rewşa ewlekarî, siyasî û leşkerî û bi taybetî jî metirsiya DAIŞê, ew prose bidawî nebû.”

Cebar Mistefa diyar kir, piştî sala 2018ê li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya paqijkirin mîn û paşmayên şer bo deh salên din hat dirêjkirin. Herwiha got jî, proseya paqijkirina deveran ji mînan karekî dijwar e.

Da zanîn jî, kar li ser paqijkirina navçeyên Kurdistanê ji mînan zehmet e, bi taybetî ji ber ku piraniya zeviyên mînan, li deverên çiyayî û navçeyên sînorî ne.

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan amaje bi wê yekê jî kir, 200 kîlometrên çargoşe mane ku ji mînan were paqijkirin, ku heta niha jî metirsî li ser rûniştvanên wan deveran heye.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan de, girîngiyeke mezin daye paqijkirina zeviyên ku bi mîn û teqemeniyan hatine çandin.

Piraniya van mînan di sala 1980’an de di dema şerê 8 salî yê Îran û Iraqê de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatine çandin, bi taybetî li navçeyên sînorî ji bo astengkirina pêşketina hêzên Îranê di wî şerî de.