Mûsa Ehmed: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hêviya hemû Kurdistaniyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kariye xwe bigihîne xelkê ziyandîtiyên karesatan û koçberên destê DAIŞê û hêviyê bide wan.

 

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed îro 4ê Tebaxê di kongreyeke rojnamevanî de bi helkefta 19 saliya damezrandina Dezgehê ragihand, hemû kêşeyên li derdora me rû dane, weke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me kariye bi awayekî ji awayan xwe bigihînin wan û xizmeta ziyandîtiyan bikin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hêviya hemû Kurdistaniyan e.

 

Diyar kir: “Berê em rastî felaketên mezin hatibûn. Kêm kes li Kurdistanê hene ku jiyana sirgûnî û derbideriyê nedîtibe. Lewma hebûna dezgehekê di vê çarçoveya xizmetgozariyê de, bêguman bûye hêviyeke mezin ji bo gelê Kurdistanê, ku dikare valahî û kêmasiyên ku di dema karesatan de rûbirûyê me dibin, dagire.”

 

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got jî: “Em her dem hêvî dikin ku Kurdistan ji karesatan dûr bibe. Ev Dezgeh her tim amade ye ku bi awayekî mirovî, xizmeta mêvanên ku tê vî welatî jî bike.”

 

Her wiha got: “Di bîra min de ye, di sala 2014an de dema xelkê Şingalê ji ber terorîstên DAIŞê mal û milkên xwe terikandin, Dezgeha Xêrxwazi​​ya Barzanî li gel gelê Kurdistanê û tîmên hikûmetê, bi roleke çalak û girîng lîst.”

 

Diyar kir jî: “Me karî di kêmtirî 150 rojan de, 9.9 mîlyon jemên xwarinên germ ên tendurist pêşkêş bikin. Ez spasiya xebatkarên dezgehê dikim ku di nava penaberan de şert û mercên nebaş ên tenduristiyê derneketine. Belkû li gorî nirxandinên WFP, Wezareta Tenduristiyê û WHO, baştirîn awayê xizmetkirina koçberan bû.

 

Mûsa Ehmed got jî: “Kar û destkeftên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek in, em nikarin li vir behsa hemûyan bikin, ya giring ew e ku neteweya me ya Kurd û Kurdistan serbilind be, dûr be ji karesatan û di nava aramiyê de be, ji ber ku projeyên me yên zêdetir ji bo aştiyê jî hene.”