14 deverên Şirnexê wek “Herêmên Ewlekariyê” hatin ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – 14 deverên Şirnexê bo heyama 15 rojan wek “Herêmên Ewlekarî” hatin ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê da xuyakirin, ji 15’ê Tebaxê ve, 14 dever bo heyama 15 rojan wek herêmên ewlekariyê tên ragihandin.

Parêzgariyê da zanîn, biryar bi armanca parastina ewlekariya welatiyan û astengkirina bûyeran hatiye girtin.

Qedexe, herêm û çiyayên Gabar, Cûdî, Besta, Zozanên Fereşîn û piraniya deverên çiyayî yên Şirnexê li xwe digre.