Bereyê Tirkmenî li Dadgeha Federalî skala li dijî pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kertkûkê tomar kir

Dadgeha Federalî
Dadgeha Federalî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Bereyê Tirkmenî yê Yekgirtî li Îraqê Hesen Toran îro (Çarşem, 14.08.2024) li Dadgeha Federalî skala li dijî hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê û pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kertkûkê tomar kir.

Li dû ragehandineka Bereyê Tirkmenî, Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê skalaya wan qebûl kiriye û li van nêzîkan helwesta xwe di wî warî de radigehîne.

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.

Hejmara giştî ya kursiyên Civata Parêzgeha Kerkûkê 16 kursî ne, û hejmara kursiyên aliyan di dawî hilbijartin de bi vî awayî bû:

1.  Kurd: Heft kursî (YNK pênc û PDK du)

2.  Ereb: Şeş kursî

3.  Tirkmen: Du kursî

4.  Yek kursî jî ji bo kutaya Kiristiyanan