Dîndar Zêbarî: Hikûmeta Kurdistanê bi cidî kar ji bo avakirina civakeke dûrî cudakariyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî dibêje, di heyama du salên borî de, li Herêma Kurdistanê çend pirsên pêwendîdar bi pirsa cudakariyê hatine lêkolînkirin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî ji sala 2019 heta 2023an, 35 yasa di vê derbarê de derxistine.

Dînar Zêbarî îro li Cenêvê di gotarekê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî kar ji bo avakirina civakeke dûr ji cudakariyê di hemû astan de kiriye. Di vê çarçoveyê de, di van du salên dawî de gelek mijarên têkildar bi cudakariyê hatine lêkolîn kirin.

Herwiha got, di navbera salên 2019 û 2023an de, Parlamentoya Kurdistanê 35 yasa derxistine û zêdetirî 12 yasayan jî bo rûbirûbûna nijadperestiya zayendî hatine sererastkirin.

Diyar kir jî, “Ev hewldan di çarçoveya pabendbûna bi cîbicîkirina pilana 5 salî ya mafên mirovan a hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ku di vê derbarê de 6 raport amade kirine. Ew jî nirxandineke berawirdî ya berfireh li ser pêvajoya cîbicîkirina raspardeyên planê, li gorî saziyên peywendîdar di her sê şaxên yasayî, cîbicîkar û dadwerî de pêşkêş dike.

Dîndar Zêbarî got: “Derbarê mafên karkerên biyanî yên ku li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî hatine tomarkirin de, ku hejmara wan ji sala 2008an heya nîvê yekem a sala 2024an (88,652) e, ew jî wek karkerên li herêmê xwedî heman mafan in. Wê komîteyeke bilind ji bo birêxistinkirina anîna wan û komîteyek pispor ji bo vekolîna şert û mercên karkerên biyanî pêk anîne û herwiha hêleke germ (5500) ji bo wergirtina giliyan veqetandiye.”

Herwiha got: “Ji bo belgekirina tawanên terorîstên DAIŞê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dosyayên bi hezaran kesên revandî ku hejmara wan (24 hezar û 965) dosya û (408 hezar û 540) rûpel e, arşîv kiriye. Heta niha (3 hezar û 579) revandî hatine azadkirin û bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, projeyasaya alîkariya darayî ya mehane ya ji bo piştevanîkirina rizgarbûyên destê DAIŞê ragihand. Di çarçoveya xebatên rehabîlîtasyonê de, li Dihokê navendeke tedawiya derûnî hatiye vekirin ku piştevanî ji bo bi sedan kesên rizgarbûyî hatiye dayîn û ji bo dermankirina derûnî jî ji hezarî zêdetir kes bo Almanyayê hatine şandin.”

Dîndar Zêbarî got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo rûbirûbûna madeyên hişber û bandorên wê yên derûnî dike. Heta niha (5870) kes bi tometa bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatine girtin. Madeyên hişber jîngeheke ne aram çêdike ku rê li ber vegera xelkê bo gundên navçeyên sînorî  digire, herwiha rê li ber vegera penaberan bo deverên xwe digire.”