Yerlîkaya: 396 hezar penaberên Sûrî yên winda derbasî Ewropayê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê dibêje, 396 hezar penaberên Sûrî ku winda ne, derbasî Ewropayê bûne.

Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji rojnameyeke Tirkiyê re axivî û got, niha 396 hezar penaberên Sûrî di navnîşanên xwe de nînin û ew bi rêyên qaçax di deryaya Spî û Balkanan re, derbasî Ewropayê bûne.

Alî Yerlîkaya, roja 9ê Tebaxê jî da bû xuyakirin, li Tirkiyeyê 729 hezar penaberên Sûrî di navnîşanên xwe de nînin. Yerlîkaya got, lîsta penaberên tomarkirî careke din hatiye kontrolkirin û 396 hezar 738 kes di navnîşanan de nehatine dîtin.

Yerlîkaya got, li gor Ajansa Fronteksê ya Yekîtiya Ewropayê, di pênc salên dawî de, 996 hezar welatiyên Sûrî derbasî Ewropa bûne ku ew pêşbînî dikin kesên li Tirkiyeyê winda ne, derbasî Ewropayê bûne.