Dijwar Fayiq: Serok Barzanî tekezî li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Komîteya Madeya 140 ya Destûra Iraqê de Dijwar Fayiq de got: “Bi nêrîna Serok Barzanî, Kerkûk û Kurdistan di ser her kesî û her tiştekî re ne û ji dema Peymana 11ê Adara 1970ê ve, li ser vê prensîpê hatiye perwerdekirin.”

Dijwar Fayiq îro 14ê Tebaxê ji K24ê re ragihand, “Serok Barzanî ji dema ku di xortaniya xwe de tevlî şoreşê bûye û bûye Pêşmerge, bi taybetî ji dema Peymana 11ê Adara 1970ê ve, bûye parêzvanekî tund ê Kerkûkê.”

Herwiha got: “Serok Barzanî Kurdane û Kurdistanî difikire, ji ber wê jî wek sembol û lêvegerê pêdagirtiyê li vê prensîpê dike û diparêze.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Komîteya Madeya 140 de got jî: “Serok Barzanî tekeziyê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê dike, ev tekezkirin jî berdewamiya pirensîp û têkoşîna bizava rizgarîxwaza neteweyî ya berê ye.”

Herwiha got: “Serok Barzanî di wê bîr û baweriyê de ye ku Kerkûk bajarê biratî û pêkvejiyanê ye û di dema nivîsandina destûrê de jî bi berdewamî berevanî li wê kiriye û tekezî li ser wê yekê kiriye.”

Dijwar Fayiq got: “Ji bo Serok Barzanî ferq nake kê çend kursî bidest xistine, lê belê Kurdbûn û Kurdistanîbûna Kerkûkê ji bo wî prensîpeke tekezkirî ye û bi nêrîna wî Kurdistan di ser her kesî û her tiştî re ye.”

Ev gotinên Dijwar Fayiq di demekê de ye, şeva 10-08-2024an, bê beşdarbûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenî û hejmarek ji endamên Ereb ên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbiwar Taha wek Parêzgar û Mihemed Hafiz jî wek Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê hatibûn hilbijartin.