Diyarbakir di bihayê kirêya xaniyan de li Tirkiyeyê di rêza 4. de ye

Diyarbekir (K24) – Li gorî daneyên fermî di warê bihabûna kirêyên xaniyan de Diyarbekir di rêza çarem de ye, welatî dibêjin êdî kirê hatine wê astê ku qasî lêçûna mehekê kirê tê dayîn, emlakvan jî balê dikêşin ku hijmara xaniyan têra daxwazan nake û ev yek dibe sedem ku biha jî bilind bibin.

Kirêyên xaniyan bi awayeke berdewam her ku diçe zêdetir dibin û di vî warî de jî Diyarbekir li Bakurê Kurdistanê rêza yekem de ye û li tevahiya Tirkiyeyê jî di rêza 4. de ye ku li Stenbolê kirêya xaniyan kêmzêde 25 hezar e, li Enqereyê  21 hezar û 500 e, li Izmîrê 20 hezar e û li Diyarbekir jî 18 hezar lîre ye. Kesên ku karê kirêkirin û firotina xaniyan dikin jî balê dikêşin ku Diyarbekir bajarekî mezin e û têra kesên ku têra kesên ku xaniyên kirê digerin xanî nînin.

Karsaz Enes Akdemîr: “Xaniyên TOKÎyan divê bi awayeke zêdetir werin çêkirin, gelek caran  me bang kir ku bila gorî daxwaza welatiyan xanî werin çêkirin da ku bihayên xaniyan jî û bihayê kirêyan jî wisa bilind nebin. Divê li gorî hijmara kesên bêxanî ne, xanî werin çêkirin.”

Li Tirkiyeyê li gorî yasayan xwediyên xaniyan kirêyên xaniyan salane herî zêde bihayê %65 dikarin zêde bikin, lê kirêdar dibêjin xwediyên xaniyan pabendî yasayan nabin û her wiha amaje dikin heta ku helawsan bilind e ne pêkan e ku kirêyên xaniyan jî dakevin

Welatî: “Ji bo ku kirêyên xaniyan dakevin divê pêşî enfilasyon dakeve”

Welatî: “Xwediyên xaniyan ji bo ku dahetek baş bi dest bixin kirêyan biha dikin.”

Welatî: “Sedema kirêya qeyrana aboriyê ye û bilindbuna enfilasyonê ye”

Welatî: “Piştî erdhejê daxwaza ser xaniyan zêde bu ji ber wê kirê zêde bun.”

Diyabekir di warê tendirustî, perwerde û dabînkirina kar de mirovan dikêşe, ji ber ku hijmara xaniyan jî kêm e ev yek rê li ber bilindbuna kirêyên xaniyan vedike.