Mark Straw: Peywendiyên Amerîka û Kurdistanê bi qurbanîdana hevbeş pêk hatine

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê berê yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîhatina erkê xwe got: “Peywendiyên Amerîka û Kurdistanê bi qurbanîdana hevbeş pêk hatine.”

Konsulê berê yê Amerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê Mark Straw îro 15ê Tebaxê li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Amerîkayê peyamek belav kir û tê de got: “Peywendiyên Amerîka û gelê Herêma Kurdistanê vedigere berî dehsalan. Têkiliyeke ku bi fedakariya hevpar hatiye avakirin û bi nirxên hevpar hatiye xurtkirin.”

Straw got jî: “Di heyama sê salên borî de, me parastina qanûnî ji bo penaberan xurt kir û organîze kir, bi civaka sivîl re hevkarî kir ji bo pêşxistina mafên jinan, rûbirûbûna tundeya li ser bingeha zayendî, cihêrengbûna aborî, pêşvebirina azadiya çapemeniyê, nûjenkirina şûnwaran, piştgirîkirina pêkvejiyana olî û ruhê hevpejirandinê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me di warê çaksaziya hêzên Pêşmerge de pêşkeftinek bidest xistiye, ku ev yek jî karekî bingehîn e ji bo dabînkirina asayîşa demdirêj bo Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got: “Em hêvîdar in ku bi hev re kar bikin ji bo baştirkirina jîngeha civaka sivîl û ragihandinê li Herêma Kurdistanê. Em li hêviya hilbijartinên azad, dadperwer, şefaf û giştgîr e ku dê di 20ê Cotmeha îsal de birêve biçe.”

Konsulê berê yê Amerîkayê got jî: “Ez dixwazim spasiya gelê Herêma Kurdistanê bikim ji bo mêvandariya wan a hêja û çanda wan ya dewlemend û cihêreng ku bi min re parve kirin. Şanazî û îmtiyazeke mezin bû ku li vir wek Konsulê Giştî yê Konsulxaneya Amerîkî xizmet bikim, ez dizanim ku hûn ê heman pêşwaziya germ û piştevaniya tam bi ji Steve Bittner re jî bikin ji bo berdewamkirina vê karê girîng.”