Thomas Zeiler: Me bang li hikûmeta Iraqê kir ku çareseriyeke bingehîn ji rewşa Şingalê re bibîne

Thomas Zeiler
Thomas Zeiler

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, dawî li aramiya li deverê bînin û çareseriyeke bingehîn ji bo Şingalê bibînin.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Zeiler îro 3ê Tebaxê bi boneya 10 saliya jenosîda Êzdiyan got: “Di van salên dawî de xizmetên pêwîst, wek elektirîk, perwerde û xizmetên din ji Êzdiyan re nehatine kirin.”

Zeiler got jî: “Hinek ji Êzdiyan vegeriyane Şingalê, lê em hemû dizanin ku rewşa Şingalê bi tevahî ne aram e, ji bo kesên vegeriyane hest bi azadî û mafên xwe bikin.”

Herwiha got: ‘’Yekîtiya Ewropayê daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike ku çareseriyeke bingehîn ji bo Şingalê bibîne û em daxwaz ji hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku dawî li nearamiya deverê bînin. Ez bang li her du hikûmetan û bi taybet hikûmeta Bexdayê dikim ku kar ji bo aramî û avedankirina Şingalê û navçeyên derdora wê bikin.”

Balyozê Yekîtiya Ewropayê got: “Ez hestên erênî li ser hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de dikim, lê mixabin heta niha ew nearamî bi dawî nebûne. Di vî warî de, me bi her du hikûmetan re hemû hewldanên dîplomatîk kirine. Çareseriyên hatine dîtin çareseriyên demkurt in, pêwîst e çareseriyên demdirêj bên kirin û rê bidin koçberên Şingalê û hemû şêniyê deverê vegerin.”

Teroristên DAIŞê li roja 3ê Tebaxa 2024an êrîş kir ser Şingalê û Êzidiyên Şingalê û wê deverê jenosîd kirin. Di wê êrîşê de, teroristên DAIŞê zêdetirî 6500 jin û zarokên Êzidî revandin û zêdetirî 350 hezar kesên din jî awareyî kempên Herêma Kurdistanê bûn. Herwesa nêzî 2500 Êzidiyan jî heta niha winda ne.