3 partiyên Kurdî şewitandina daran û binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Avakirina Demokrat Kurdistanî - Sûriye (TADK-S), Şepêla Azadiya Kurdistanê (ŞAK) û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, “Di siya bêdengiya navdewletî de, şewitandina daristanan û binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî rojane li Efrînê tên kirin.”

 

TADK-S, ŞAK û Partî îro 4ê Tebaxê daxuyaniyeke hevbeş derbarê şewitandina dar, çiya û daristanên Efrînê de belav kirin ku zêdetir ji 10 rojan e agir pê ketiye û heta niha beşeke mezin jê nehatiye vemirandin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dar û daristanên Efrînê ji çend salan ve tên şewitandin û birîn û rûberên berfireh hatine wêrankirin. Ji ber rewşa bêserûber û nebûna ewlehî û yasayê, şewitandina daristanan û binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî rojane li Efrînê di siya bêdengiya navdewletî de tên kirin.”

 

Diyar kirin jî, “Di çend rojên borî de li navçeya Raco agir bi rûberên berfireh ên daristanan ket û ziyaneke mezin gihîşt jîngehê û xelkê resen ê Efrînê. Li gorî amaran jî, 3090 darên berhemdar hatine û zêdetir ji 150 hîktar ji daristanan şewitîne.”

 

Ew her sê partî dibêjin: “Di dema ku em hevgirtina xwe bi kesên ku di van şewatan de ziyan dîtine re radigihînin, em berpirsiyariyê dixin ser desthilatdarên Tirkiyeyê, ji ber ku ew ji ewlekarî û parastina devera ku di bin kontrola wê de ye berpirsyar e.”

 

Herwiha gotin: “Xemsariya desthilatdariya Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve û guhnedana wan bi mal û canê xelkê resen ê herêmê, rê dide bazirganên komir û çekdaran ku sûdê ji vê rewşê bibînin û agir bi qest û bi berdewamî bi çiya, dar û daristanan bikevin.”

 

TADK-S, ŞAK û Partî got jî, “Eger Tirkiyeyê bixwesta ku agir vemirîne, dê bi kêmanî amûr û tîmên berevaniya sivîl, ji tîmên agirkujiyê û helîkopter ji bo vemirandina agir bikar anîbana. Lê belkê gundiyan bi awayekî xwebexş û bi alavên li ber dest hewla vemirandina agir dan, eger ne ji wan ba, dê rûberên berfirehtir şewitîbana.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Em her du  partî redkirina xwe ya li ser veguherandina herêma Efrînê ji bo herêmeke vala û guhertina demografiya wê, dubare dikin û em daxwaz dikin ku Tirkiye wek aliyekî berpirs erkên xwe yên yasayî bi cih bîne, aramî û ewlehiyê dabîn bike û jiyana sivîlan û jîngehê biparêze û kar bike û hemû karên têkdana zeviyan, birîna daran û hilkirina wan rawestîne.”

 

Herwiha wan her sê partiyan banga avakirina komîteyek serbixwe û bêalî kirin, ji bo eşkerekirina berpirsên van şewatan û radestkirina wan bo dadgehên dadmend, ta ku cezayên herî giran ên yasayî li wan bê birîn, ligel qerebûkirina kesên ku ziyan dîtine.

 

Herwiha daxwaz kirin ku divê grûpên çekdar ji herêmê bên derxistin û rêveberiya herêmê radestî xelkê wê yê resen bê kirin, heta ku çareseriyeke dawî ya dadmend li gorî biryara navdewletî (2254) û biryarên din ên pêwendîdar, ji krîza Sûriyeyê re tê cibicîkirin.