Ji sedî 50 ji karên nûjenkirina Qişleya dîrokî ya Akrê temam bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji sedî 50 xebatên nûjenkirina qişleya dîrokî ya Akrê bi dawî bûne, tê plankirin ew bibe cihekî geştiyariyê û 2 muze lê bên çêkirin.

Rêveberê Şûnwar û Kelepûra Akrê Hîwa Şemal ji K24ê re ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2021ê de, zêdetir ji 166 milyon dînar ji bo nûjenkirina Qişleya Akrê terxan kir û niha ji sedî 50 ji karan temam bûne.

Li gorî Hîwa Şemal, piştî ku ji sedî 50 karên nûjenkirina Qiûleya Akrê bidawî bûne, metirsiya hilweşînê li ser avahî nîne, lê ji bo temamkirina nûjenkirinê qişleyê, pêdivî bi bireke din a pereyan heye.

Qişleya Akrê li navenda bazara Akrê ya kevn e. Rûbera wê 1400 metre çargoşe ye û ji du qatan, 30 ode û du salonan pêk tê.

Hîwa Şemal got jî: “Em plan dikin du muzexaneyên şûnwarî û çandî, galeriyeke rewşenbîrî û pirtûkxaneyekê li qişleyê ava bikin, da ku sektora geştiyariyê vejîne û hejmara geştiyarên biyanî yên ku serdana qezaya Akrê dikin, zêde bikin.”

Qişleya Akrê yek ji bîrdariyêm herî girîng ên Akrê ye, bi nûjenkirina wê re,  ê bibe cihê geştiyariyê û dîmeneke xweş bide qezaya Akrê.

Parastin û nûjenkirina cihên şûnwarî, yek ji karên pêşîn ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û heta niha çend cihên şûnwarî hatine nûjenkirin.