Termê Dr. Tarik Ziya Ekîncî li Diyarbekirê bi xakê hat spartin

Diyarbekir (K24) – Nivîser û siyasetvanê navdar û kesatiyê niştîmanperwer ê Kurd û endamê berê yê Perlemantoya Tirkiyeyê Dr. Tarik Zîya Ekîncî li Diyarbekirê bi xakê hat spartin.

Cenazeya Dr. Tarik Zîya Ekîncî ji Stenbolê bi rêya firokeyê bo Diyarbekirê hat veguhastin û li Mizgefta taxa Şehîtlîkê ya navçeya Sûrê merasîma oxirkirina wî hat lidarxistin.

Di merasîmê de. peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gûrbûz we hat xwendin. Di peyamedê wiha hat gotin:

“Bi xemginiya min nûçeya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar, welatparêz û endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyê  Dr. Tariq Ziya Ekinci bihîst. Ez ji malbata Mamoste Ekîncî re sersaxiyê dixwazim. Xwedê ji ruhê wî li cennetê razî be û selametî û rehetiyê bide her kesî.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û parlemterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu û hin kesên ji malbata Ekîncî jî axaftin kirin.

Piştî bixakspartina termê Dr. Tarik, malbata wî û hevserokên Şarederiya Mezin ya Diyarbekirê Serra Bucak û Dogan Hatun sersaxî qebûl kirin.

Gelek welatî, sîyasetmedar jî beşdarî merasimê bûn.