Tevî şer, bazirganiya di navbera Îsraîl û welatên Ereban de zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Peymangeha Aştiyê ya Peymanên Îbrahîmî (Abraham Accords) belav kir, daneyên herî dawî yên Buroya Navendî ya Amaran a Îsraîlî nîşan dide, bazirganiya di navbera Îsraîl û welatên erebî de, di nîvê yekem a îsal de zêde bûye.

Li gorî daneyan, “Bazirganiya di navbera Îsraîl û Îmaratê de, di Hezîrana 2024an de gihîşt 271,9 milyon dolarî, ku li gorî heman meha sala borî, ji %5 zêde bûye.”

Got jî: “Di şeş mehên yekem ên sala 2024an de, bazirganiya giştî ya di navbera her du welatan de gihîşt 1,66 milyar dolarî, ku li gorî heman heyama sala borî ji %7 zêde bûye.”

Destnîşan kir jî: “Bazirganiya Îsraîl bi Behreynê re jî gelekî zêde bûye û di Hezîrana 2024an de, gihîşt 16,8 milyon dolarî ku li gorî meha Hezîrana 2023an ji %740 zêde bûye.”

Herwiha got: “Di nîvê yekem a sala 2024an de, bazirganiya di navbera Manama û Îsraîlê de, ji %879 zêde bûye û gihîşt 70,5 mîlyon dolar.”

Peymangeha Aştiyê ya Peymana Îbrahîmî, rêxistineke ne-partî, neqezenc a Amerîkî ye ku alîkariya berfirehkirina peymana aştiyê di navbera Îsraîl û welatên Ereb de dike.

Ragihand jî, “Bazirganiya di navbera Mexrib û Îsraîlê de di meha Hezîranê de 8,5 mîlyon dolar bû, ku li gorî heman meha sala borî ji %124 zêde bûye.”

Diyar kir, “Tevahiya bazirganiya navbera her du welatan di şeş mehên borî de 53,2 milyon dolar bû, ku li gorî par ji %64 zêde bûye.”

Daneyan herweha zêdebûnek berçav di bazirganiya di navbera Israîl û Misrê de nîşan daye, ku di Hezîrana 2024an de gihîşt 35 mîlyon dolarî, ku li gorî heman meha sala borî ji %29 zêde bûye.”

Diyar kir, “Di şeş mehên yekem ên sala 2024an de, danûstandina bazirganî ya di navbera her du welatan de gihîşt 246,6 mîlyon dolarî ku li gorî heman heyama sala 2023an ji %53 zêde bûye.”

Peymangeha Aştiyê ya Abraham Accords, di postek li ser platforma "X" de piştrast kir ku ev dane, dînamîzma têkiliyên bazirganî li herêmê nîşan didin.

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku bihêzkirina hevkariyên aborî yên herêmê, faktorek bingehîn e ji bo peydakirina aramî, bextewarî û aştiyê li Rojhilata Navîn.

Ev dane di demekê de ye, şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de ji 7ê Cotmeha 2023an ve berdewam e ku di encamê de zêdetirî 40 hezar Filistînî hatine kuştin û bi sedhezaran koçber bûne.