Li Hewlêrê 26 hezar cixareyên elektronîk hatin têkbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê komîteyeke taybet 26 hezar cixareyên elektronîk li ber çavê medyayê têk birin. Qaymeqamê Qezaya Navendî yê Hewlêrê da zanîn, cixareyên elektronîk bi qaçaxî derbasî Hewlêrê dibin.

Komîteya Taybet a Çavdêriya Bazirganiyê û Polîsên Şaredariyê zêdetirî 26 cixareyên elektronîkî yên ku di dema borî de hatibûn desteserkirin, têk birin.

Qaymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd îro 19ê Tebaxê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew agahdar bûne ku cixareyên elektronîk gihîştine dibistanên seretayî, ji ber vê yekê du wezaretên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna cixareyên elektronîk, biryarên pêwîst dan.

Nebez Ebdulhemîd got jî: “Ji bo cîbicîkirina van biryaran, komîteyeke taybet hat avakirin û dest bi destdanîna ser cixareyên elektronîk kir. Di vê çarçoveyê de jî komîteyê dest danî ser 26 hezar cixareyên elektronîk.”

Diyar kir jî: “8 cihên firotina cixareya elektronîk hatin girtin. Her kesê ku li gorî rêgezan tevnegere, dê bê girtin û cezayê pereyan li wan bê birîn, dê xwediyên van deran sewqî dadgehê bên kirin.”

Da zanîn jî: “Di encama lêkolînan de derketiye holê ku cixareyên elektronîk bi qaçaxî ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê dibe. Em dixwazin bi hev re vê diyardeyê kontrol bikin.”

Qaymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê destnîşan kir, cixareya elektronîk zirarê dide civak û tenduristiyê, lewma divê ji holê bê rakirin.

Herwiha got: “Kontrolkirin dê li xalên kontrolê û li hundirê welat bên xurtkirin, ligel wê jî dê çavdêriya cîh û kesên ku cixareyên elektronîk bi rêya “online” difiroşin, bikin.”