Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollandayê Jaco Brinds kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî di civînê de spasiya hewlên Konsulê Hollandayê kir û hêviya serkeftinê di karê xwe yê nû de xwast û tekezî li ser pêşxistina têkeliyan û dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û Hollandayê kir.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, metirsiya terorê, hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê û proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge, mijarên din ên hevdîtinê bûn.