Xelkê Efrînê ji rûdana erdhejeke din bi tirs in

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji tirsa rûdana erdhejeke nû, xelkê bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve êvaran ranazên, wan kon li kolanan danîne û bi zarokên xwe di nav de dimînin. Nişteciyên Cindirêsê dibêjin, ew ditirsin careke din erdhej rû bide û êş û azarên erdheja berê dubar bibin.

Erdheja ku beriya çend rojan li Sûriyeyê rûdabû, bîranînên Sibata 2023an vegerandin bîra xelkê Cindirêsê. Ew dibêjin, hîn jî hurguliyên erdheja berê û ziyanên wê nehatine jibîrkirin û ew ditirsin heman karesat dubare bibe.

Welatî Fatime Henan: “Her carê erd diheje, em ditirsin. Bû du car in erd diheje û kurê min ê biçûk pir ditirse. Ez û kawê xwe ve mane û ti kesî xizmeta me bike jî tune ye.”

Welatî Omer Mihemed: “Her carê erdhej çêdibin, em zarokên xwe derdixin cadeyan. Em li cadeyê rûdinin û hin caran lê xew jî dikin.

Ji tisa ku êşa wan dubar bibe û jiyana wan têkeve metirsiyê, nişteciyên bajarokê Cindirêsê her êvar ji xaniyên xwe derdikevin û li kolana di bin kon û çadiran de radizên. 

Welatî Hesen Hac Ehmed: “Dema ku erdhej li Cindrêsê rûda, xelk ji xaniyên xwe derketin, niha xelk di konan de dimînin bi taybetî êvaran, tirs ketiye dilên me, em naxwazin bîranînên erdheja 2023an dubare bibin.”

Di 6ê sibata 2023an de erdhejek bi hêza 7.5 pileyan li bakurê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê rû dabû, ew erdhej gelek ziyan gihand herêma Efrînê û bakurê rojavayê Sûriyeyê, ku bû sedema mirina bi sedan kesan.