Bereyê Tirkmenî: Em destan ji daxwazkirina mafên xwe bernadin

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Tirkmenî yê Îraqî radigehîne, binpêkirina qanûnê di rûniştina hotela Reşîdê ya Bexdayê de hebû. Herwesa amajeyê dide, mersûma komarî ji bo danana Parêzgerê Kerkûkê di dîroka piroseya siyasî de bileztirîn mersûma komarî ye.

Bereyê Tirkmenî yê Îraqî îro (Sêşem, 20.08.2024) di derheqa danana Parêzgerê Kerkûkê û biryara îro ya Dadgeha Federalî de ragehandinek parve kir û tê de amaje da, “Di rûniştina hotela Reşîdê ya Bexdayê de, ku ji bo hilbijartina kesekî wekî Parêzgerê Kerkûkê hatibû rêkxistin, binpêkirina qanûnê hebû ji ber ku ew rûniştin bê biemirtirîn Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hat kirin, herwesa endam jî bi awayekî fermî li ser rûniştinê nehatibûn haydarkirin.

Bereyê Tirkmenî herwesa ragehand, “Di madeya 13ê ya qanûna hilbijartinan de hatiye ku divê hemî pêkhateyan nûnerîtiyên xwe di hikûmetên xwecihî de hebin.”

Bereyê navbirî amaje jî da, “Mersûma komarî ji bo danana Parêzgerê Kerkûkê bileztirîn mersûma komarî ye di dîroka piroseya siyasî de. Em rêzê li biryara Dadgeha Federalî digirin lê binpêkirina qanûnê bi awayekî eşkere di çavkaniya wê dozê de heye.”

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye ku, wan doz li dadgeha kargêrî heye û doza wê skalayê jî heta niha li Dadgeha Federalî ye. Bereyê Tirkmenî tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, destan ji daxwazkirina mafên xwe bernadin.

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.