Leşkerekî Tirkiyeyê li devera Zapê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê, kuştina leşkerekî xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, li herêma Operasyona “Pence-Kîlîtê”, di encamê teqîna bombeyekê de, leşkerekî bi pileya Çawîşê şareza birîndar bibû. 

Wezaretê da zanîn, serbazê birîndar bi armanca dermankirinê bo Enqereyê hate veguhestin, lê li gel hemû hewldanan canê xwe ji dest daye.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kiriye û ew êriş heta niha jî berdewam dike.