Tirkiye û Rûsya ji bo vekirina rêya navdewletî (M4) li Idlibê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo vekirina rêya navdewletî M4, du civîn di navbera Îstixbarat û artêşa Tirkiyeyê û efserên Rûsyayê de li rojhilatê Idlibê hatin kirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, îstixbarat û artêşa Tirkiyeyê duhî 20ê Tebaxê du hevdîtinên cuda bi hevtayên xwe yê Rûsî re li xala Rûsî ya li bajarokê Tirnebê yê li rojhilatê Idlibê kirin.

Diyar kir jî, “Di civînan de, amadekariyên vekirina dergehekê li ser rêya M4 hatin gotûbêjkirin, ku parêzgeha Heleb û Laziqiyê bi hev ve girêdide, û rojava û rojhilatê Sûriyeyê digihîne hev.”

Got jî: “Duh 4 otombîlên istixbarat û artêşa Tirkiyê derbasî navçeyên rejîmê bûn, li ser rêya M4 ber bi bejahiya bakurê Laziqiyê ve geriyan û piştre vegeriyan.”

Ev tevger piştî wê tê, dergehê Ebû Zindên yê nêzîkî bajarokê Babê, piştî 4 salan ji girtina wê, roja 18ê Tebaxê di navbera navçeyên opozîsyon û rêjîma Sûriyeyê de hat vekirin.

Vekirina vî dergehê bi lihevkirineke Rûsî -Tirkî bû, ku weke gaveke   xweşkirina rê li pêş asayîkirina peywendiyên Şam û Enqereyê tê dîtin.

Rêya navdewletî ya M4ê, li bakurê Sûriyeyê di ser pênc parêzgehên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê re, ji Laziqiyê, di Idlib, Heleb, Reqa û Hesekê re derbas dibe.

Rêya M4, ji bo bazirganiya navdewletî deriyekî giring e ku Tirkiye, Iraq û Urdinê di ser Sûriyeyê re bi hev girê dide.

Çekdarên opozisyona Sûriyeyê niha nêzîkî 124 kîlometran ji rêya M4ê, ji bajarokê Bedama û heta bajarê Erîha û Cisir El-Şixurê kontrol dikin. Şer û pevçûn bi berdewamî li gundewarê başûrê Idlibê li derdora wê rêyê diqewimin.

Eger hêzên rêjîmê wê kontrol bikin, dê xetên gihandinê di navbera Helebê û beravê de bi temamî ji rêjîmê re werin vekirin.