Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Austiryayê re civiya

Andrea Nasî
Andrea Nasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Austiryayê li Iraqê Andrea Nasî kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Austiryayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirina hevkariyan di hemû waran de gotûbêj kirin.

Her di vê derbarê de, behsa serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî bo Viennayê û hevdîtinên wî yên ligel Serok û Wezîrê Derve yê Austiryayê kirin.

Di mijareke din, her du serokan behsa rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên li navçeyê û çend pirsên din ên cihê giringiya hevbeş kirin.