Xortekî Zaxoyî bi ala Kurdistanê diçe ser heyvê

Navenda Nûçeyan (K24) –  Bo cara yekem di dîroka Iraq û Herêma Kurdistanê de, xortekî Zaxoyî bi ala Kurdistanê diçe ser heyvê.

Dadvan Osmat xortekî 24 salî yê ji Zaxoyê ye, karsaz û sermayedar e ku niha li Dubay dijî, pêştir ew bi ala Kurdistanê û bi xerciya xwe derketibû ser çiyayê Everestê.

Dadvan Osmat îro 21ê Tebaxê ji K24ê re got, ew ê di sala 2025an de jî bi ala Kurdistanê biçe ser heyvê.

Herwiha got, wî peymanek bi nirxê zêdetirî 2 milyon dolar bi kompanyayeke karsazê Amerîkî Elon Musk re îmze kiriye, bi mebesta ku sala bê wî bigihîne ser heyvê.

Dadvan got: “Ez dixwazim bibim yekemîn Kurdê ku çûye ser heyvê. Ev dilxwaziya min a zarokatiyê ye û ez dixwazim ala Kurdistanê li ser heyvê bilind bikim.”

Ew xortê Zaxoyî dê çend rojan li ser heyvê be û kompanyaya ku pê re girêbest îmze kiriye, dê cil û berg, xwarin, av û hemû pêdiviyên din jê re peyda bike.

Di sala 1969an de mirov bo cara yekem Nellie Armstrong û Boz Aldrin şûn ser heyvê, ji wê demê ve jî gelek keştiyên fezayî yên din li ser rûyê heyvê daketin.