Li Dihokê berhemanîna tirî zêde bûye û ya hinguv kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) –  Li gorî Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dihokê, hilberîna tirî li Dihokê zêde bûye û hilberîna hinguv jî kêm bûye.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragihand, li parêzgehê îsal berhemanîna tirî li gorî sala borî ji sedî 20 zêde bûye û gihîştiye nêzîkî 60 hezar ton.

Bi gotina Ehmed Cemîl, “Par berhema tirî li parêzgeha Dihokê nêzîkî 48 hezar ton bû û hewaya nebaş bi taybetî barîna barana zêde, gelek ziyan gihandibûyê.”

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê diyar kir jî, zêdetir ji 20 hezar û 118 donim zevî îsal bi tirî hatin çandin.

Cemîl amaje bi wê jî kir, berovajî berhemanîna tirî, îsal berhemanîna hinguv li herêmê kêm bûye û barîna baranê û xirabiya hewayê sedema sereke ya kêmbûnê ne.

Herwiha eşkere kir, par li parêzgeha Dihokê berhemanîna hinguv 127 hezar û 77 ton bû, lê tê pêşbînîkirin îsal ji wê rêjeyê kêmtir be.

Rêvebirê Giştî yê Çandinî yê Dihokê ragihand jî, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 17emîn Pêşangeha Tirî û Hinguv îsal ji 10 heta 20 Îlonê dê bê vekirin.

Li gorî Cemîl, armanca pêşangehê piştgirîkirina sektora taybet û berhemên navxweyî ye. Tê payîn ku îsal 35 cotkar û 35 mêşvan beşdarî pêşangehê bibin.

Got jî: “Armanceke din a pêşangehê ew e, berhemên cotkarên Dihokê û parêzgehên din ên Herêmê bên pêşandan û firotin û cotkar hevdu nas bikin û zanyariyan bi hev re biguherînin.”