Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordon danûstandinan li ser pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin

Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordon
Nêçîrvan Barzanî û Claudio Cordon

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkarîkirina Hilbijartinan li Îraqê re danûstandinan li ser rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 21.08.2024) pêşwaziya Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkarîkirina Hilbijartinan li Îraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê bi Wekalet Claudio Cordon kir.

Di çarçoveya civîna navbera xwe de, her du aliyan li ser erkê Tîma Neteweyên Yekgirtî ji bo wê dema ku li Îraqê mabû, dîtin û nerînên xwe li hev guhertin, herwesa danûstandin li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî kirin.

Zêdebarî diyarkirina spasî û rêzan ji bo rolê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û alîkarî û piştgiriya wan ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku hilbijartin ji bo nav û pêgeh û nûkirina rewatiya dezgehên Herêma Kurdistanê gelek giring û pêdivî ye, herwesa tekez li ser birêveçûna piroseya dengdanê bi awayekî pakij û ron bi tevlîbûna hemî alî û pêkhatan jî kir.

Claudio Cordon jî ji aliyê xwe ve pesn û rêzên Tîma Neteweyên Yekgirtî ji bo rol û bizavên Nêçîrvan Barzanî û serederiya durist û ketwarî bi pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê re diyar kir û pabendiya Neteweyên Yekgirtî ji bo pişgiriya biserxistina hilbijartinan û piroseya dengdanê jî tekez kir.