Civata Wezîran: Wezareta Darayî ya Îraqê bi Herêma Kurdistanê re serederiya cudakariyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê encamê dawiyê yê lêkolînên li ser rûdana keftina helîkoptera Serokkomarê Îranê yê berê Îbrahîm Reîsî radigehîne û sedema wê eşkere dike.

Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê îro (Çarşem, 21.08.2024) encamê dawiyê yê lêkolînên li ser rûdana keftina helîkoptera Serokkomarê Îranê yê berê Îbrahîm Reîsî ragehand û eşkere kir ku, “Hejmara swarên helîkoptera Reîsî ji rêjeya xwe zêdetir bû, lewma nekariye ji bo bilindahiya pêdivî bifire û di rewşeke bi mij û moran de xwe li çiyayekî da.”

Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê di ragehandinekê de amaje da, Itîlaatê di doza Reîsî de lêkolîn bi 30 hezar kesan re kiriye û hemî tişt amajeyê didin wê yekê ku, çi sedemeke mirovî di keftina wê helîkopterê de nebû.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye “Di wan lêkolînan de çi nîşanên hebûna madeyên kîmyayî û madeyên zirarbexş nehatine dîtin.”

Wê ragehandinê ron jî kiriye, “Di raporteke berê de, şûnwarên çi guleyan an tiştekî wesa li ser bermayîkên wê helîkopterê nehatine dîtin û helîkoptera Serokkomarê Îranê piştî ku bi çiyayî keftiye şewitiye.”

Helîkoptera Serokkomarê Îranê yê berê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî li êvariya roja Yekşemê, 19.05.2024, ji ber têkçûna kesûhewayê li parêzgeha Tewrêzê keft xwarê. Piştî 18 seetan, ew helîkopter bi awayekî têkçûyî hat dîtin û medyaya fermî ya wî welatî jî ragehand, tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirin, ên herî diyar jî Serokkomarê Îranê yê berê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan bûn.