Salane zêdetirî 250 hezar geştiyar serdana lûtkeya Nemrûdê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Çiyayê Nemrûdê ku di heman demê wek textê xwedêwendan jî tê binavkirin, wek cihê herî baş yê temaşkirina hilatin û avabûna royê tê zanîn. Çiyayê Nemrûdê di sînorê Semsûrê de cih digre û xaleke girîng ya tevlihevbûna şaristaniyên rojava, rojhilat û xwecihî tê dîtin. Salane zêdetirî 250 hezar geştiyar serdana lûtkeya Nemrûdê dikin da ku li gel dîtina peyker û nimûneyên şaristaniyê, temaşeyê hilatin û avabûna royê bikin.

Çiyayê Nemrûdê, perestgeh û navenda şaristaniya Komagene, bi bilindahiya 2206 metreyan, di heman demê de cihê herî baş yê temaşekirina hilatin û avabûna royê ye.

Salane zêdetirî 250 hezar geştiyarên biyanî û navxweyî  hildikêşin lûtkeya Nemrûdê da ku li gel dîtina peykerên mezin, temaşeyê hilatin û avabûna royê bikin.

Çiyayê Nemrûdê, bi peykerên pir mezin û dîroka xwe, di nava  Lîsta Mîrasên Kulturî yên Cîhanê UNESCOyê de cih digre. Seredêr aliyek geşta dîrokê dikin, aliyê din di nava siruştê de demeke xweş derbas dikin.

Geştiyar: “Avabûna royê pir xweş bû. Min ne dizanî dê ewqas bedew be. Em ji dûr hatine û me got gelo dê hêjayî ewqas zehmetiyê be, lê dema me dît, ez dibêjim baş e ku em hatine.”

Lûtkeya Nemrûdê perestgeh û navendeke girîng ya şaristaniya Komagene ye. Di navbera şaristaniya rojava û rojhilatê de xaleke pir girîng e. Geştiyar dibêjin, Derveyî avabûna rojê gerek di nava dîrokê de jî dikin. Lê ji berpirsan dixwazin gihiştinê hêsantir bikin.

Geştiyar: “Devereke pir xweş e. Dema em temaşe dikin, mirovên beriya me çi kirine, çawa jiyane em dîbinin. Deverek pir xweş e, lê hilkêşan hinek zehmet bû. “

Berpirsên kultur û geştiyariya navçeyê hewl didin zêdetir geştiyar bikêşin, lê erdhejên şeşê sibata 2023 ziyaneke mezin gihandiye geştiyariya navçeyê jî. Sala 2023 tenê 45 hezar kes hatine Nemrûdê ku salane nêzîkî 250 hezar kesan bû.

Rêveberê Kultur û Geştiyariya Semsûrê Mehmet Yelken dibêje:“Beriya erdehejên 6ê Sibatê, salane 250 hezar geştiyarên Navxwe û derve dihatin. Lê Mixabin piştî erdhejê heta 45 hezar kesan daketiye. Di çarçoveya Projeya Zîndîkirina Komagenê de bo sala 2025 karên baş tên kirin. Her wiha em dixwazin li gel hilkişîna Lûtkeya Nemrûdê, rafting û gerên geliyan û şêwazên din yên geştiyariyê jî pêş bixin.”

Şahê Komagene Antîkos, bo spasiya bavûkalan û Xudayen, li lûtkeya Nemrûdê perestgehek ava dike û peykerên hemûyan li wir dirust dike ku wek Textê Xudayan tê binavkirin.  Di şaristaniya Komageneyê de şopên kulturên herêmî tevlî şaristaniyên rojava û rojhilatê dibin.